Bihara şanoya kurdî

Sedat Barış [email protected]

Sala 1919ê de li Stenbolê bi pêşengtiya Erdurrahman Rehmî lîstika “Memê Alan’’ hatiye lîstin. 1946an de Komara Mehabadê de lîstikek bi navê “Dayika niştiman” hatiya lîstin. 1959an de Musa Anter di girtîgeha Selimiyê de lîstika “Qimil” nivîsiye. 1982an de ji kurdên Kafkasyayê Tosinê Reşid lîstika “Siyand û Xecê” nivîsiye.

Kesên dîroka şanoya kurdî dipirsin û meraq dikin, em heta salên 1990î dikarin ewqas mînak bidin. Mesken lîstikên me nivîsî, çend caran li kuderê hatiye lîstin û aliyê çiqas temaşevanan hatiye temaşekirin, zêde agahdar nînin. Ger em bipirsin heya niha di nava kurdan de şano an jî lîstok tunebû? Helbet hebû. Şevbihêrk û govendan de serê salê, kalik û fatik, desmal, kî hevalên min dajo, bincil, bir, kab, çel, gavan, şiv, qazi mufti, lapê, zirve û rep, gur û mî, şivan û gur, heftok… Bi sedan lîstikên nava gel de dihat lîstin.

Em vir behsa şanoya nûjen dikin. Li gorî pîvanên şanoyê, şano bi dekor, aksesuar, kostum, ronahî û muzîk jî hev temam dike û li hemberî temaşevanan li ser dikê de tê lîstin. Erê bi devkî di nava gel de hebû lê bi sazîbûn tunebû. Çima? Kurd tunebû ku şanoya wan ji heba! Heta salên 1990î.

Bi vekirinên Navenda Çanda Mezopotamyayê çêkirina şanoya kurdî wekî sazî destpêkir. Xort û jinên kurd di metropolên wekî Stenbol, Îzmîr, Edene û Mersînê de di şert û mercên salên 90î de deri ba hev û dibêjin emê şanoyê bi zimanê xwe bikin.

Piştî hînbûna şanoyê û perwerdayiyan, lîstikên wekî Rojbaş, Generalê Teneke, Bayê Elegazê, Komara Dînan, Ta, Gurzekne Lêdan xabetên gelek baş û profesyonel derdikeve û temaşivan eleqeyek mezin nîşan didin. Salên 2000an şûnve di welat de dema şaredarî dikeve destê nûnerên kurdan, xebatên şanoya kurdî jî destpê dike. 2005an de şanoya şaredariya Amedê biryarek digre ku, ewê vir şûnve di repertuwara xwe de zêdetir cih bide kurdî. Konut biryar jî Amedê dike navenda şanoya kurdî.

Di navbera 2000 û 2016an de gelek festîvalên şanoya kurdî çê tabana. Bi hezaran temaşevan bi kêfxweşî xwedî lîstikan derdikeve û şanoya kurdî jî gelek pêş dikeve. 2014an de li Batmanê jî şanoya şaredariyê tê avakirin û dest bi derxistina lîstikên kurdî kirin. Dorê de avakirina şanoya kurdî ya Wanê hebû. Lê 2016an de dema şaredarên bajêr û navçeyê wan ji peywirên xwe hatin dûrxistin, li şuna wan de qeyyûm hatin tayin kirin. Qeyyûman karê yekem şanoger hemû ji kar derxistin û şanoya kurdî dan qutkirin.

Şanogerên kurd ji ber vê yekê çend salan bê salon pirsgirek kişand in. Piştre berhev bûn û şanoyên taybet ava kirin û rêya xwe wisa berdewam kirin. Li Amedê de şanoya bajêr ya Amedê, li Batmanê Yenisahne, Li Koserê komelaye Mezopotamyayê û li Wanê jî şanoya Mencel dikê xwe bixwe ava dikin û ji hemû koman re vekirin.

Aniha jî di vê biharê de, wekî kulilkên biharê yên nû xwe vedikin. Di salonên tijî de lîstikên xwe dilîzin. Gelo çend komên şanoyên bi zimanê kurdî şano dikin henin û niha çend lîstikan dilîzin? Me ji bo we lêkolîn kir.

ŞANOYA BAJÊR YA AMEDÊ:

Elîzabeht (Nivîskar: Darîo Fo – Derhêner: Berfîn Emektar)
Tartuffe (Nivîskar: Molîere – Derhêner: Ruknettîn Gun)
Dek û dolabên Scapen (Nivîskar: Molîere – Derhêner: Ozcan Ateş)
Dawiya Dawî (Nivîskar: Ozcan Ateş – Derhêner: Kemal Gokhan Gurses)
Don Kîxot (Nivîskar: Cervantes – Derhêner: Ferhat Feqî)

TEATRA JIYANA NÛ:

Bêrû (Nivîskar: Darîo Fo – Derhêner: Nazmi Karaman)
Deriye ez (Nivîskar: Cihad Ekînci – Derhêner: Rugeş Kirici, Cîhad Ekîncî, Omer Şahîn)
Lîstik (Nivîskar: Omer Şahin, Rugeş Kirici, Cîhad Ekinci. Derhêner: Ferhad Feqî)

ŞA PERFORMANS:

Ji akamiyê re raporek (Nivîskar: Kafka – Derhêner: Murad Korkmaz)
Pergal (Nivîskar: S. Bobrîck – Derhêner: Mehmet Musaoğlu)
Keypa 12500 (Nivîskar: Tuncay Ozel – Derhêner: Murad Korkmaz)

ŞANOYA MENCEL:

Hay lo dîsa tevlihev bû! (Nivîskar: Claude Magnîer – Derhêner: Nazmî
Karaman)

TEATRA NUPELDA:

Bavo bazde (Nivîskar: Ray Cooney – Derhêner: Ergul Kutlar)

TEATRA YEKTA HÊVÎ:

Tu ne Gara ye (Nivîskar: Aziz Nesîn – Derhêner: Nazim Hikmet Çalışkan)

ŞERMOLA PERFORMANCE:

Mem û Zîn (Çavkanî Dengbêj Reso – Derhêner: Mîrza Metîn)
Bûka lekî (Nivîskar û Derhêner: Mîrza Metîn)
Ez Ayşe Şan (Nivîskar û derhêner: Mîrza Metîn)

BATMAN YENÎSAHNE:

Serbaz (Nivîskar: Hristo Boyçev – Derhêner: Yakup Selimoglu)

RITUEL TIYATRO:

Kabîl ka Babîl (Nivîskar û Derhêner: Îhsan Arat)

DERSÎM ARÊYÊ KAY:

Lisan (Nivîskar û Derhêner: Yilmazcan Şare)

ŞANEŞÎN PERFORMANS:

Bêcir (Nivîskar: Molîere – Derhêner: Recep îçen)

TEATRA SÎ:

Tu ne Gara ye (Nivîskar: Azîz Nesîn – Derhêner: Rewşen Apaydın)

KOMELAYA ÇAND Û HUNER YA MEZOPOTAMYAYÊ:

Xal û Xwarzî (Nivîskar: Sedat Bariş – Derhêner: Mehmet Erbey)
Qirdik (Nivîskar û lîstikvan: Mehmet Erbey)

MORDEM HUNER:

Qirêt (Nivîskar: Semih Çeleng – Derhêner: Savaş Işık, Barış Işık)
Nobedarên dilên hêsîr (Helbest: Melayê Cizîrî – Derhêner: Savaş Işık, Barış Işık)

ŞANOYA ŞAREDARIYA MEZIN YA AMEDÊ:

Derî (Nivîskar: Umut Yilmazer – Derhêner: Erdal Ayna)
Güldürü Mola (Nivîskar: Kom – Derhêner: Erdal Ayna)

PARÎS TEATRA ARÎN:

Gûl bê strî nabê (Nivîskar: Şaliko Bêkes – Derhêner: Samiye Tunç)

BERLÎN BANT TEATRE:

Qesra balindeyên xemgîn (Nivîskar: Bachtyar Alî – Derhêner: Huseyîn Umaysız)

Temaşivanên wan jixwe zêde ye… Rêya wan vekirî be.

Related Posts

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.